• DOLAR 32.662
  • EURO 34.857
  • ALTIN 2510.825
  • ...
"Zarok temînata pêşeroja me ne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Digel bi hatine betlaneya havînê perwerdeker Recep Guneş ê ku Alîkarê Serokê Egitim Bir Sen a Şaxa Diyarbekirê, di derbarê zarokan de wiha  destnîşan kir: “Her çiqas pêdivîya zarokan yên bedenî hebin her wiha yên ruhî jî hene. Ji ber vê yekê divê zarok biçin camîyan û bi Qur’anê geş  bibin.”

Perwerdeker Guneş, axavtina xwe wiha domand: “ Li heremê bûyerên neyînî yên ku pêk tên hene. Ji ber vê yekê çawa ku em zarokên xwe dişînin dibistanan bi heman awayî divê em wan bişînin qursên Qur’anê jî.Em zarokan wiha hînî camîyan bikin da ku her yek ji wan bibin fêkîyekî camîyan.  Niha zarokên me ji dînê îslam û ilmen îslamê mehrûm mane û bi vî awayî mezin dibin.Ruhên wan berçî mezin dibin.”

Guneş wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Çawa ku em pêdivîyên zarokên xwe yên bedenî tedarek dikin bi heman awayî divê em pêdivîyên zarokên xwe yên ruhî jî divê em tedarek bikin. Divê bi vî awayî divê em ruhê wan têr bikin.  Ev têr kirin jî encax bi naskirina û jîyîna sunneta pêxemberê me dibe. Xûlasa divê di vî warî de em hewlbidin da ku camî bibin mala 2yemîn ji bo zarokan.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir