• DOLAR 32.348
  • EURO 35.127
  • ALTIN 2307.9
  • ...
Serokatîya Bajarê Agirî ya Partîya Doza Azad Şêx Seîd bi bîr anî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatîya Bajarê Agirî ya HUDA PARê, di 90emîn salvegera îdamkirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî de di bîlbordên bajêr de peyamên bîranînê da weşandin.

Di afîşên bîlbordan ve wiha dihat divîsîn: “Ey Şêx Seîd! Heger îro li hemberî dijminên îslamî serê nevî û torinên tê natewe ev ked ,xebat û rêncberîya te ye. Di salvegera şehadeta te û hevalên te û her wiha wan eskerên te yên ku bêtirs  digel te re li hember dijmin şer dikirin û cana xwe feda kirin bi rehmet û bi hurmet bi bîr tînin. Bila ruhê we şad be.”

Di derbarê rojevê de Serokê Bajarê Agirî ya HUDA PARê Şaban Gokhan wiha axivî: “Ew gel û xelkên ku li Kurdistanê dijîn bi xêrxwazîya xwe, bi xwedînamûsbûna xwe û bi dîndarbûyîna xwe dihatin naskirin. Bi heman awayî dîsa ji nava vî xelkî alim û pêşawe derketine û ji  vî gelî re serokatî û rêbertî kirine.Mixabin hinek kes û kom him ji nava welat him jî ji derveyî welat di çarçoveya terxekî de xwestin ku neslê vê xelkê kurd ên misilman ji dîn, namûs dûr bikin; xwestin ku dîn û namûs di nava vî xelkê misilman de were ji bîr kirin. Ew kom û kes ji bona van tiştan mucadele dan. Mixabin îro ew kesên ku di vî warî dixebitîn di mabesta xwe de gelekî pêş ve çûne.

 “Ji bona ku ciwan ji nû ve di rêya Şêx Seîd de bimeşin em ê mucadeleyê bidin”

Gokhan wiha dawî li axavtina xwe anî: “Navên lawên me Muhammed,Alî,Omer û Osman in lê belê nimej nakin, navên hinekan Remezan e lê belê rojî nagirin, hinek  ji wan jî navên wan Furkan e lê belê ji Qur’anê dûr in. Mixabin ev kesên wiha  Şêx Seîdê ku ji bo îslamê mucadele kiriye nas nakin. Me wek Teşkîlata Agirî ya HUDA PARê ji bona ku ev rewşa neyînî ji holê rabe em ê hewl bidin. Em ê bixebitin û mucadele bikin da ku ev ciwan, Şêx Seîd nas bikin û ew ciwan têkevin rêya Şex Seîd. Her wiha em hêvî dikin di vî warî de ji bona xelasîya ciwanan, sazî û civakên sîvîl xebatên xwe zêde bikin.(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir