• DOLAR 32.512
  • EURO 34.958
  • ALTIN 2433.538
  • ...
Umut-Der dest bi alîkarîyên Remezanê kir.
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Umut Dera Batmanê ya ku endamê Platforma Alîkarîya Umut Kervanîyê ye dest bi belavkirina hezar û 700 paketên Remezanê yên ku berî niha hatibûn amade kirin kir. Rayedarên Umut Derê destnîşan kirin ku di nava vê meha Remezanê de çiqas alîkarî bigihêjin li der destên wan ew jî bigihêjînin jar û feqîran.

Halîl Gergîn ê ku Serokê Giştî Umut Derê ye di derbarê Remezan û alîkarîyên ku di meha Remezanê de tên kirin de wiha axivî: “Me wek Ûmût Der hêj Remezan dest pê nekiribû ku me dest amadehîyên alîkarîyan kir. Û niha jî me dest bi belavkirina alîkarîyan kiriye. Heta niha ji teref dildar û komeleyên ku endamê Platforma Evînmdarên Pêxember in ve li 36 taxê ji hezar 700 paketa erzaqê hatîye belavkirin.”

Gergin destnîşan kir ku ew ê di muddeta vê meha mibarek de xebatên xwe yên alîkarîyê bênavbir bidomînin .

Gergin wiha dawî li axavtina xwe anî: “Remezan sala carekê ye, mikafat û xêra wê jî li cem Xwedê zêde ye.  Bila ev hedîsa pêxemberê me ya ku dibêje ‘Bi qasî xurmekê be jî xwe ji agirê dojehê muhafize bikin’ di bîra me de be. Xwedê Te’ala ji wan kesên ku heta îro alîkarîyên xwe ji me re şandina razî be. Em ê ji îro pêve jî alkarîya feqîr, jar û belengazan bikin. Ji ber vê yekê em li benda alîkarîyên we ne. Em dixwazin bila xêrxwaz di vê meha Remezanê de rûyê çend feqîran bikenînin.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir