• DOLAR 32.377
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2325.861
  • ...
Qetlîama  ku PKK li gundîyên Xanikê dike ne ya ewil e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundê Xanikê ya ku navçeya Hezexa Şirnexê ve girêdayî ye di encama êrîşa bi çekên lûle dirêj a HDPyîyan de  2 endamên HUDA PARê hatibûn qatil kirin. Berî niha jî li heman gundî Abdulgafur Bal, Hûseyîn  Demîrel, Ayşe Oz di salên 90an de ji teref PKK ve bi şiklekî wehşîyane hatibûn qetil kirin.

Hûseyîn Demîrel

Di sala 1972an de li gunde Xanikê ya ku girêdaye navçeya Hezexa Şirnexê ye hat dinyayê. Hûseyn Demîrel ji ber xebatên xwe yên îslamî di salên 90an de çend car ji teref PKK ve hat tehtîd kirin. Demîrel digel wan gef xwarinan PKK xebatên xwe îslamî yên li gund zêde kir û domandin.

Demirel piştî demekê mala xwe bar kir Niseybînê. Demîrel, li Niseybînê jî xebatên xwe yên  îslamî domand û di demekê nêz de cardin bû hedefa PKK. Li Niseybînê jî ji teref PKKyîyan tehdît lê hatin kirin.  Di 30ê tîrmeha 1992an de bi çekan ji teref PKKyîyan ve hat qetil kirin.

Abdulgafur Bal

Ji ber xebatên xwe yên îslamî  Abdulgafur jî ji teref PKKyîyan ve dihat tehtîd kirin. Ji ber vê yekê Abdulgafur jî têketibû hedefa PKKyê.

Dema ku Bal li Niseybînê bû ji ber xebatên xwe yên îslamî bi dehan cara marûzî êrîşên PKKyîyan ma.

Bal, piştî ku ji eskerîyê hat, li Niseybînê dema ku ew û hevalekî wî bi wesayîtê diçûn mala hevalekî xwe li rastî êrîşa biçekan hatin. Abdulgafur  Bal di vê êrîşê de hat qetil kirin.

Ayşe Oz

Misilmaneka din a ku ji teref PKK ve bi şiklekî hovîyane hatîye qetil kirin Ayşe Oz a 65 salî  ye. Ayşe Oz jî li gundê Xanikê ya ku girêdaye navçeya Hezexa Şirnexê ye dijî. Oz ji ber ku destek û piştgirîye dida xebatên îslamî bûbû hedefa PKKyê. Oz, rojekî ku tenê li mala xwe bû PKKyîyan li ser mala wê de girtin û Ayşe Oz a ku 65 salî bû li mala wê de bi şiklekî hoviyane qetil kirin.

PKK di salên 90î de êrîşên xwe bênavbir li dijî kesên ku xebatên îslamî dikirin didomandin û qetlîaman dikir.

Ew wehşeta ku PKK dikir îro bi navê HDPyê xwe nîşan da. HDPyîyên ku bi hinceta xebatên hilbijartinê çûbûn gundê Xanikê  û bi her awayî gundîyan tehrîk kiribûn. HDPyîyan ji xeynî tehrîk û tehdîdan bi çeken lûle dirêj li ser gundîyan reşandin û 2 endamên HUDA PARê hat qetil kirin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir