• DOLAR 32.381
  • EURO 35.066
  • ALTIN 2324.96
  • ...
HUDA PARîyên ku hatin qetil kirin bi zanebûn hatine nîşan girtin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gundê Xanikê ya ku girêdaye navçeya Hezexa Şirnexê ye derket holê ku Mûhammed Şerîf Şîmşek(35) û A. Celîl Talayhan(37) bi zanabûn ji teref HDPyîyan ve  hatin hedef girtin.

Di bûyera ku duh hatibû qewimî de HDPyîyan bi zanabûn bi çekênn lûlê dirêj di serê Mûhammed Şerîf  Şîmşek de berdan û dûvre jî laşê wî dane ber gulêyan.

Berî niha jî Şîmşek li rastî êrîşa PKKyîyan hatibû û her wiha dikana wî ya ku li kolana Îzzet Keser a ku li Cizîrê ye  hatibû şewitandin.

Şîmşek ê ku ji teref PKKyîyan ve gef li dihat xwarin, piştî ku dikana wî hatibû şewitandin di derbarê bûyerê de wiha axivî bû: “Dikana min ji hilbijartinan vir ve ji teref PKKyîyan tê nîşan dan û her tim jî peyamên tehdîdê ji min re dişînin. Ji ber ku em endamên HUDA PARê ne ew kesên ku li vê herêmê aştî û aramîyê naxwazin van tiştan dikin.”

Şîmşek di bangewazîya xwe ya dawî de jî wiha gotibû: “Ew çeteyên PKKyê yên  ku ji şiddet û kaosê mezin dibe bi van çalakîyan ji zirarê pê ve tu tiştên din nadin kurdan. Edî  bila ew kesan dev  ji zirar dayîna kurdan û kirina siyaseta ya li ser xwîna kurdan berdin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir