• DOLAR 32.575
  • EURO 35
  • ALTIN 2449.144
  • ...
Teferûatên êrîşa HDP li Xanikê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîgirên HDPyê li gundê Xanikê ya ku bi navçeya Hezexê ve girêdayî ye zêdeyî seatekê xebatên hilbijartinê di gel sloganên derbarê PKKê û propagandayên provakatîf meşandin. Li ser vê yekê nîqaş derket û li gûnd rêveberekî HDPê bi çekên giran li ser alîgirên HUDA PARê gûle reşandin. Di encama reşandinê de 2 endamên HUDA PARê hatin şehîd kirin.

Muhemmed Şerîf Şîmşek(35) û A.Celîl Talayhan (37) ên ku di êrîşa HDPyîyan de giran birîndar bûbûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê çûne rehma Xweda.

Li gor agahîyên ku hatin bidestxistin, alîgirên HDP ji bona xebatên hilbijartinê hatin gûndê Xanikê. Ji ber ku HDPyî zêdeyî seatekê propaganda û siloganên tehrîk û tehdîtkar bikar anîn xelkê gûnd bertek nîşanî wan dan û ji alîgirên HDPê xwestin ku gûnd biterikênin. Li ser vê yekê nîqaş derket. Sedat Teber ê ku berî niha ji doza KCKê hatibû girtin bi keleşnîkofê gûle li ser Muhemmed Şerîf û A. Celîl Talayhan reşand û wan qetil kir.

Tê zanîn ku li gûnd ji bilî 2 malan alîgirên HDPê nînin. Hatina HDP bi gelek kes û siwareyan, zêdeyî seatekê dengê tilîlî, qorne û siloganên bi tehrîq û li ser de jî civîn û reqs û govenda li qada gûnd, bû sedemê gengeşîyê. Li ser vê yekê gûndîyan ji alîgirên HDPê re gotin ku ‘hûn xelkê tehrîq dikin, êdî bes e ji gûnd derkevin!’ Bi vê hişyarîyê nîqaş derket û di heman demê de Sedat Teberê yê ku alîgirê HDPê bû li ser 2 endamên HUDA PARê gule reşand.

Şîmşek û Talayhan ên ku di êrîşê HDPyîyan de giran birîndar bûbûn ji teref gûndîyan ve hatin birin li Nexweşxane ya Dewletê ya Nisêbînê. Piştî êrîşê, esker hatin gûnd û Sedat Teber ê ku bersûçê qetlîamê bû binçav kirin. Hat zanîn ku malbata wî jî bi dest eskeran ji gûnd hatiye derxistin.

Piştî kû êrîş hate sehkirin xwedî û hezkirîyên şehîdan li dev nexweşxanê civîyan. Hê jî bona sitandina cenazeyên şehîdan sekina xwedî û hezkirîyên wan li devê nexweşxanê didome.

Hat zanîn ku piştî temamkirina rapora dozger, cenaze bona otopsîyê dê bişênin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir