• DOLAR 32.591
  • EURO 34.974
  • ALTIN 2429.026
  • ...
Cihê ku em lê bin tu kes nikare di serê kesî de qiyametê rake
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Namzetê xweser Zekerîya Yapicioglu ya ku HUDA PAR piştgirîye didiye di vekirina buroya hilbijartinê ya Çinarê  de axivî. Yapicioglu di  vekirina buroyê de peyamên girîng dan û axavtinên parlementerên HDPyîyan yên  ku digotin heger em bendavê derbas nekin em ê li herêmê kaosê dervinîn rexne kir.

Namzetê xweser Yapicioglu  û yên pê re di têketina navçeya Çinara Amedê de ji teref xelkê Çinarê ve bi şiklekî coş hat pêşwazî kirin.

“Tiştê ku hûn jê  ditirsin dê were serê we”

Namzetê xweser Yapicioglu piştî ku Qur’an hat xwendin dest bi axavtina xwe kir. Yapicioglu wiha dest bi axavtina xwe kir: “Xebatên ku em dikin û ew ziyaretên ku em her tim dikin hinekan aciz dike. Her wiha wan kesan ditirsîne jî.  Ez ji vir bangî wan kesan dikim û dibêjim tiştê ku hûn jê ditirsin ê were serê we. Belê bitirsin. Divê hûn bitirsin. Lewra ji bo ku hûn bitirsin gelek  tişt û sedem hene. Lewra êdî hûn nikarin bi rojeva xwe xelkê bixapenin.”

“Potansiyela me ji Diyarbekirê derxistina 3 parlementeran heye ”

Birayên min! Bawer bikin  heger 7ê Hezîranê ji bo teslîmkirina lîsteyên namzetan ne roja dawî bana an jî her du partîyên siyasî yên din lîsteyên xwe namzetan berî niha dabana em ê ji Diyarbekirê ne namzetek  tenê 2 namzetên din jî nîşan dana. Lê bele partîyên din lîsteyên xwe yên namzetan roja dawî teslîm kirin û wextê serledanê qedîya. Ji ber vê yeke jî min  tenê ji Diyarbekirê muracat kir. Nexwe potansiyela me me ji Diyarbekrê derxistina 3 parlementeran hebû.”

Yapicioglu, gotinên AK Partî û HDPyê rexne kir û ji ra xwestina Serokomar Erdogan ji bo AK Partîyê re bertek nîşan da.

“Ew encax dikarin qiyametê li serê xwe rakin”

Yapicioglu, gotinên tehdîdwarî yên HDP bi zimanekî tund rexne kir û axavtina xwe wiha domand: “ Ji rexê din ve hinek kes meydan meydan digerin û dibêjin ‘ heger em bendave derbas bikin gelek baş e, lê bele heke em bendave derbas nekin û di bin bendavê de bimenin em ê qiyametê rakin.’ Em ji van gotinan re nebîyanî ne jî xerîb in. Berî niha jî gelek caran dîsa gotin ‘ Em ê her dere têxin mîna cehennem e, em ê kuçe û sikakan li teng bikin.’ Gelo hûn jî êdî hînî van tiştan nebûne?   Wek mînak herî dawî qanûnekî ku hêza polîsan zêde dike ya paketa ewlehîyê ya hundir hat derxistin. Hûn jî dizanin ku hinek kes ji bo vê qanûnê li meclîsê çalakîya rûniştinê kirin. Em jî li dijî vê qanûnê bûn. Em jî difikirîn ku ev hêza bêqontrol ya ku ji polîsa re hat dayîn nerast e.Lê bele ji bo hinekan mesele ne ev bû, ew kes çi gotin ‘heger ev qanûn derbikeve em ê qiyametê rakin.’ Bele ew qanûn derket, ka gelo tu kes ji qiyametê re bû şahid? We dît ?  Rabûna qiyametê tenê Xwedê dizane, lê qiyameta ku wan behsa wê dikir tiştekê din e. Heger ew ê qiyametê rabikin encax dikarin li ser serê xwe de rakin.”

Yapicioglu wiha dawî li axatina xwe anî: “ Gelo ew bûyer û bûyerên hovane yên ku li Amed, Ferqîn, Bismil,Liceyê pêk hatin çima li Çinar û Çermîkê pêk nehatin?  Li gor we sedema vî tiştî çi ye? Lewra destek û piştgirîya ku  li Çinarê ji HUDA PARê re  hat dayîn ji wan navçayên ku me qala wan kir zêdetir bû. Me li gor Amedê kêm zêde li Çinarê 3 qet zêdetir piştgirî sitand. Ev jî nîşan dide ku xêz, fikir û bernameya me ji bo aştîya girseyî teminat e. Her wiha divê hemû kes vî tiştî bila bizane ku cihên ku em lê bin tu kes nikare qiyametê li serê tu kesî rake.”(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir