HDPyîyan li ser xelkê reşandin: 2 şehîd (Hat Nû Kirin)
Li gundê Xanikê yê ku girêdaye Hezexeya Şirnaxê ye ,HDPyîyan li ser xelkê gund de gule reşandin. Di encama gule reşandina HDPyîyan 2 endamên HUDA PARê hatin qetil kirin.
HDPyîyên ku bi hinceta xebatên hibijartinê çûbûn gunde Xanikê ya girêdayê navçeya Hezexê li gund gengeşî derxistin û bi çekên xwe re li ser xelkê gund reşandin. Di encama reşandinê HDPyîyan de 2 kesên ku hat diyar kirin endamên HUDA PARê ne hatin qetil kirin.
Li gor agahîyên hatine bi dest xistin ,Mehmet Şerîf Şîmşek û A. Celîl Talayhan ên ku di erîşa HDPyîyan de birîndar bûbûn li nexweşxaneya Niseybînê şehîd bûn.
Hat diyar kirin ku gengeşî hêj jî li gund didome. (ÎLKHA)