• DOLAR 32.324
  • EURO 35.105
  • ALTIN 2300.65
  • ...
Namzetê xweser  Yapicioglu ya Amedê, daxuyanameya hilbijartinê aşkere kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Namzetê xweser Zekerîya Yapicioglu, bi çapameniyê re di taştê de hat ba hav. Yapiciogolu pişte taştê daxuyanameya xwe ya hilbijartinê bi digel çapameniyê re parve kir.

“Gotinên ku em ê bibêjin hene”

Yapicioglu di derbarê daxuyanameya hilbijartinê ya ku amade kiriye de wiha axivî: “ Me daxuyanameya xwe ya hilbijartinê di bin 4 sernavan de amade kir. Em dibêjin ku gotinên me yên ku em ê ji bona navê mixelefeta îslamî,  ji bo pirsgirêka kurd,  ji bo Kurdistanê, ji bo Tirkîyê,  û ji bona wan bajarên bêxwedî bibêjin hene. Me got ku gotinên me hene. Gelo ev gotin çi ne? Em dixwazim wan ji we re rave  bikim;

Me got ku ji bo navê mixelefeta îslamî gotinên ku em ê bibêjin hene. Ji vê gotinê armancên me ev in:  

-Qanûnên ku li dijî bawerî, qedr û rûmeta xelkê ne neyin derxistin.

 -Di warê dejenerebûna exlaqî û civakî  de tedbir werin standin

 -Divê îktîsada ku li ser faîzê ye were terikandin

 -Statû dayîna medreseyan, rakirina perwerdehîya tevlîhev

 -Ji bo hîcabê teminata mekaqanûnî

 Ji bo Kurdistan û pirsgirêka kurd gotinên ku em ê bibêjin hene.  Di vî warî de divê bipêşanî tiştên ku werin kirin ev in:

 -Nasîna mekaqanûnî,

 -Perwerdehîya bizimanê zikmakî û fermî bûyîna zimanê kurdî ya 

 -Birêvebirîya mehellî

 --Lê borîn xwestina dewletê û sînorên sembolik

  -Efûya giştî ya siyasî

Ji gotina Ji bo Tirkîyeyê gotinên me hene mabesta me ev e:

 -Mekaqanûnekî nû û sîvîl

 -Edalet, lê bele jji bo hemû kesî

 -Politikaya derveyî welat li ser mijara alîgirtina mezlûman

 -Parastina keda karkeran û  bihabûna hîyanê

 -Pîrek, ciwanî û malbat

Ji bo bajarên bêxwedî gotinê me hene:

 -Nebûna ewlehîya can û mal  

 -Bêkarî

 -Kembûyîna xizmetê

 -Gemarîtîya derdorê

 -Bajarvanîya berevajî

 -Veguhastin û trafik

Yapicioglu di derbarê vê daxuyanameya hilbijartinê de li ser van mijaran de di civîna çapemenîyê de bi şiklekî berfireh axivî. Her wiha nirxandinên xwe yên div ê mijarê de bi rojnameran re parve kir.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir