• DOLAR 32.367
  • EURO 34.968
  • ALTIN 2325.233
  • ...
Xortê ku rastî li êrîşê alîgirên PKKyê hatibû axivî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mesut Yak, di êrîşên alîgirên PKKyê yên ku daweta îslamî asteng kiribûn û  heqaret li ala tewhîdê kiribûn  de birîndar bûbû di derbarê bûyeran de axivî.

Yak, destnîşan kir ku êrîşkerên ku alîgirên PKKyê bûn xwestin ku min bikujin.

Yak, di derbarê vê bûyerê de serpêhatîyên xwe wiha anî ziman: “ Nîşana min hebû. Piştî ku nîşana min qedîya ez û hevalên xwe çûn daweta birakî xwe. Piştî ku dawet dest pê kir,  hatin fîşên alavên dawetê jê kişandin.  Gotin ku li vê dere daweta îslamî nekin,  em li vê derê alên tewhîdê naxwazin. Kesên ku li dawetê bûn hatin û ji wan re gotin ku ev tiştê ku hûn dikin ne tiştekî rast e.  Piştî van axavtinan êrîşî me kirin. Di êrîşê de hevalekî me birîndar bû. Piştî demekê kesên ku li dawetê bûbûn belav bûn.”

“Bi pehîn û kulman li min dan”

Yak, axavtina wiha domand: “Piştî roja dawetê car din ew kesên alîgirê PKKyê êrîşî me kirin. Dema ku ez û hevalekî xwe ji ber qehwexanê derbas dibûn 3, 4 şexs hatin cem me. Ew kes ji me pirs kirin ku ew daweta duh a we bû an na? Me jî bersiva belê da wan.  Çawa ku me got erê, heqaret li me kirin û êrîşî  hevalê min kirin.Min jî hewl da ji bo ji wê êrîşê re bibim asteng. Lê belê yek ji wan ji pişta min derbeyek li min xist û ez têketim erdê. Çawa ku ez ketim erdê bi pehîn û kulman li min xistin.”

“Qey parastina dawa Xwedê li serê te ma ye?”

Yak, li axavtina xwe wiha zêde kir: “Nêzî 30 HDP/PKKyî  gotin min  ‘Qey parastina dawa Xwedê li serê te ma ye?’ Û dûvrê jî bi kêran êrîşî min kirin. Dema ku êrîşî min dikirin digotin, ’Ma parastina dawa Xwedê li te ma ye û serê min li erde didan. Di wê navbirê de komek jî ji qehwexanêyê derdiketin û digotin ‘ Bikujin, bikujin.’ Piştî ku xwîn ji laşê min herikî dev ji min berdan. Ez  bi teneyîya serê xwe gihaştim mala xwe.”

“Ji îslam û misilmanan nefret dikin”

Mesut Yak wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Zîhniyeta van kesan diyar e. Di her firsenda  ku têdikeve deste wan de êrîşî misilmanan dikin. Qet tehamulî misilmanan nakin. Ew kes ji îslam û misilmanan nefret dikin. Mînaka herî dawî me li Diyarbekirê dît ku ew kes Yasîn Boru û hevalên wî ji avahîyan avêtin, wan şewitandin, bi erebeyan ji ser wan de derbas bûn  û pişt re jî serê wan bi keviran perçikandin.”  (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir