• DOLAR 32.384
  • EURO 35.005
  • ALTIN 2326.163
  • ...
"Erebîstana Siûd bi destê xwe gora xwe dikole"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Aktîvîste Yemenî Doxtor  Eymen El-Mensûrî di derbarê rewşa Yemenê de agahîyên girîng bi ÎLKHAyê parve kir.

El-Mensûr di derbarê Erebîstana Siûdî de wiha ragihand: Erebîstana Siûdî  hêj sala 1922an ve dixwaze Yemenê têxe bin rêveberîya xwe . Bi vî aramancî dixebite. Dema ku ‘Bihara Ereba’ ji Tunusê dest pê  kir û gihaşte Yemenê, Siûd xwest ku cihê zilamê xwe Alî Abdullah Salîh zexim bike.Ji ber vê yekê Hadî Mansûr ji teref Siûd ve hate wezîfeya serokomartîyê.

 El-Mensûr axavtina xwe wiha domand: “ Îro hinek kes dibêjin ku Hereketa Ensarûllah darbe li înqilabê xistiye. Ev tişt neraste. Herketa Ensûrullah jî perçeyekî wê înqilaba ya 2012an bû. Piştî ku li Yemenê înqilab  pêk hat  gelek tişt kêm man, îqtîsad ber nabaşbûnê ve çû, gelek însan hatin kuştin. Hereketa Ensarûllah  xwest ku van kêmasîyan ji holê rake û înqilabê bibe serî .”

“Ne çekek ne jî leşkerekî Îranê li Yemenê tune ye”

El-Mensûr di darbarê îdîayên ku Îran piştgirîyê dide Hereketa Ensarûllah de wiha axivî: Ev nêzî 10 sala ye ku dibêjin Îran piştgirîye dide Hereketa Ensarûllah. Yên ku vê îdîa dikin delîlekî jî nîşan nadin. Lewra  ne çekek ne jî leşkerekî Îranê li Yemenê tune ye. Ev tişt jî heye, heger Hereketa Ensarûllah ji Îranê alîkarîyê bistene ev ne tiştekî eceb e. Lewra temame dewletên derdorê Hereketa Ensarûllah îzole kirine. Bi kurtasî di navbera Îran û Hareketa Ensarûllahê de tu têkilîya leşkerî, îqtîsadî û sîyasî tune ye.

“Di welatê me de têra xwe berxwedêr  hene”

El-Mensûr di derbarê daxuyanîya Îran û Hîzbûllahê de ku dixwazin alîkarîyê Yemenê bikin  de wiha axivî: Îro tê gotin ku  li Yemenê nêzî 100 mîlyon çek heye. Ji ber vê jî pêwîstîya Yemenê ne ji leşker re ne jî çekan re tune ye. Xwedê ji wan kesên ku dixwazin alîkarîya me bikin razî be. Di welatê me de têra xwe berxwedêr  hene. Ji ber ve jî pewîstîya me ji alîkarî yê re tune ye û em vî tiştî jî qebûl nakin. Ew daxuyanîya ku Îran û Hîzbullah kirinê ji ber şiûr û hişmendîtîya mirovatîye ye.  Îro divê temamê dinyayê mîna Îranê bike û xwedî berpirsîyar be.Lewra dema ku ji balafiran bomba tên avêtin ji her mezhebê, ji her dînê û ji her nîjatî însan tên kuştin.

“ Çima Siûd û koalîsyonên wî guh nadin gazîya Filîstînîyan? “

El-Mensûr nirxandina xwe wiha domand: Di dîroka Yemenê de heya îro di navbera misilmanan de şerê şîîtî û sunnîtî  pêk nehatîye. Îro Yemen tê bombebaran kirin. Dema ku balafir bombeyan diavêjin nabêjin li vê taxê sunnî li wê taxê şîî rûdinin. Him şîî him jî sunnî  tên qetl kirin. Vaye ev 60 sal çêbû ku Fîlîstîn ji hêla sîyonîstan ve hatiye îşxal kirin . Çima Siûd û koalîsyonên wî guh nadin gazîya Filîstînîyan? Lê belê mijar dema tê li ser Yemenê Siûd û destbirakên wî dibin şêr.”

El-Mensûr wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ew ê demekê nêz de  edaleta Xwedê tecellî bike. Xwedê dê ew Sîûda qure û kustex ceza bike. Siûd divê demildest êrîşên xwe betal bike an ew ê demekî nêz de poşman bibe.”(ÎLKHA)  

Bu haberler de ilginizi çekebilir