• DOLAR 32.376
  • EURO 34.98
  • ALTIN 2325.22
  • ...
“Ji Yapicioglu nirxandina desteheqê kêmtirîn”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Namzetê xweser a Amadê  Yapicioglu di derbarê mizeya kêmtirîn de wiha got: “Heta ku pênasê mizeya kêmtirîn neyê guhartin em bawer nakin ku ev pirsgirek çareser bibe.

Yapicioglu di derbarê malbetên ku debara xwe bi desteheqê kêmtirîn dikin de wiha got: “Divê pênasa mizeya kêmtirîn de malbata karker neyê ji bîr kirin. Em dizanin ku gelek kesên ku bi desteheqê kêmtirîn dixebitin gelek ji wan xwedîye malbatekê ne. Her wiha kesên ku zewicîne jî hene. Lê belê di pênasê mizeya kêmtirîn de tenê  îxtiyacên karmend tê rave kirin.”

“Domandina jîyanê jî ji bo însanekî maf e”

Yapicioglu her wiha  ragihand: “Divê pênasa mizeya kêmtirîn were guhartin û mîqdara desteheqê kêmtirîn jî were zêde kirin. Her wiha divê baca ku li ser mizeya kêmtirînê divê were rakirin. Lewra ew kes bi sed zehmetî debara xwe dikin. Di ser vî halî karker de standina bacê ne bi edalet e.”

Yapicioglu wiha dawî li nirxandina xwe ya  di derbarê desteheqê kêmtirîn de anî  “ Li gor me ji bo însanekî çi pêdivî û îxtîyac be divê alîkarî lê were kirin.” (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir