• DOLAR 32.531
  • EURO 35.017
  • ALTIN 2438.264
  • ...
Ji namzetê xweser  Mehdî Oğuz  daxuyanîyên girîng
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Namzetê xweser a Wanê Mehmet Mehdî Oguz got: “Di vê rêya pîroz da pêdivî û îxtiyacên min bi alîkarî û diaya we hemû birayan heye. Her wiha ez dizanim ku ev daw û  doza me hemûya ye. Ji ber vê yekê jî em ê hemû bi  hevdu re bixebitin û em ê bi hevdu re vê barê giran deynin li ser milên xwe.”

“Xwedê, ew bizrikên ku me avêt  bi xwîna şehîdan av da”

Oguz di derbarê hilbijartinên derbasbûyî de jî wiha ragihand: “Wan hilbijartinên ku derbasbûn me bizrikên xêr û bereketê çand û em berdengî, hêvîya tiştekî man. Lewra mirov bi lezgîn e. Me vê xwest lê belê Xwedê tişteke din mirad kir. Rebbê me xwest ew bizrikên ku me çandibûn bi xwîna şehîdan were av dan. Niha em dibenin ku ew bizrik şîn bûye, bejn daye, fêkî girtîye.”

“Di bûyerên 6-8ê cotmehê de xelkê me ya rastî dît”

Oguz  axaftina xwe wiha domand: Rebbê me demeke nêz de ji xelkê me re nesîb kir ku bûyerên 6-8 cotmehê fêm bikin. Digel vê yeke Rebbê me bi xelkê me da fêm kirin ku êdî HUDA PAR ji bo pêşeroja vî welatî û însanên vî çi qas girîng e.”

Oguz, wiha dawî li axaftina xwe anî: Demeke nêz de hat fêmkirin ku di warê peşnîyar  û hişyarkirinê de HUDA PAR çi qas heqdar e. Bernameya partîya HUDA PARê  him ji bo gelême him ji bo Tirkîyeyê û him jî ji bo alema îslamê di hûkma reçete û dermanameye.”(İLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir