• DOLAR 32.365
  • EURO 35.114
  • ALTIN 2324.805
  • ...
Prf. Dr. Karadagi:" Kurd her tim alîgirê aşîtîyê ne"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Karadagî, di sempozyûmê de axavtinekê bi navê “ Avakirina di Aşîtîya Rojhilata Navîn de Erka Kurdan” kir. Karadagî di derbarê çîyayê Cûdî de got ku Xwedê emr kir ku keştîya Hz. Nûh xwe li ser çîyayê Cûdî birawestene. Çîyayê Cûdî û derdora Cûdî cihên aramîyê û aşîtîyê ne.  Heger Xwedê ji me re beyan kiribe ku çîyayê Cûdî û derdora wî cihê aşîtîyê û aramîyê ye, ev jî dîyar dike ku ev taybetîya wê heramê baqî ye. Her wiha ev taybetî ji wê rojê heta roja me gihaştîye û hêj jî ev taybetî di mirovên wê heremê de heye.”

Karadagi axavtina xwe wiha domand: “Xelkê kurd di avabûyîna şaristanîya aşîtî de  xwedîyê kedeke mezin  in. Xelkê kurd, di dîrokê de him ji bo mirovatîyê him jî ji bo tarîxê gelek xizmet kirine. Xelkê kurd miletekî asîl e.”

“Divê ev mesela kurd bi hîzbeke an komeke tenê re newe têkîldar kirin”

Karadagi di nava axavtina xwe de li ser mijara pirgireka kurd de jî axivî. Karadagî li ser vê mijarê de wiha got: Divê ev mesela kurd bi hîzbeke an bi komeke tenê re newe têkîldar kirin.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir