"Pirsgireka kurd ne tenê pirsgireka AKP û PKKê ye"
Li Amadê ji teref ÎHHyê ve sempozyûmekî bi navê "Di Rojhilata Navîn de Kurd û Aşîtî" hat li darxistin.
Sempozyûma “Di Rojhilata Navîn de Kurd û Aşîtî” bi beşdarbûyîna mêvanên ji welêt û derveyî welêt wekî din bi başdarbûyîna temsîlkarên komeleyan hat li dar xistin. Di bernameyê de gelek temsîlkarên komeleyan, rewşenbîrên kurd û alimên heremê axivîn.
Di “Di Rojhilata Navîn de Kurd û Aşîtî” yê de mêvan bigelemperî li ser mijara pirsgireka kurd hat sekinîn.
Ji Kurdistana Rojava ji bajarê Amûde Dr. Abdulbased Sîeda di derbarê pirsgireka kurd û pevajoya çareserîyê de fikr û ramanên xwe wiha ragihand: “ Ev bernameyên ku tên li dar xistin ji bo kurdan girîng in. Li gor min mesela kurd li Tirkîyeyê meseleyekî berfireh û girîng e. Heger ev mesele ev pirsgirek were çareser kirin ew ê li Tirkîye yê aramî hakim bibe. Wekî din heke ev pirsgirek çareser bibe, Tirkîye dê ji bo dewletên derdorê re bibe pêşeng. Di vê pevajoya çareserîyê de hikûmeta Tirkîyeyê bi gelemperî herî zêde bi PKKê re hevdîtinan pêk tene, hikûmeta Tirkîyeyê herî zêde Pkk ji xwe re muxatab digre. Rastê PKK di vê heremê de bi hêz e. Lê belê wekî din jî em dizanin ku di vê heremê de gelek hereket, hêz û rêxistinên kurd hene. Divê hewldanên me ji bo çareserî ya pirsgireka kurd re be. Ev pirsgireka kurd tenê ne mesela AKP û PKKê ye. Ev mesela, pirsgireka kurd meseleya xelkê kurd e, meseleya miletekî ye, meseleya Tirkîyeyê ye. Divê di vê çarçoveyê de li pirsgireka kurd were nihertin. Heke ev pirsgirek were çareser kirin ew ê li Tirkîyeyê aramî û huzur hakim bibe.”
Dr. Abdulbased Sîeda di derbarê wan rêxistin û kesên ku him ji xwe re dibêjin em damokrat in him jî li xelkê kurd zilm û zordarîyê dikin de wiha got: “Li gor min kesek ji xwe re him bibêjî ez demokrat im û him dema dengekî ne ji wan werî bilevkirin heger lê zextê bike ev tişt nakokî ye.”
Dr. Abdulbased Sîeda, di derbarê parastina zimanê kurdî de jî wiha got: “Li gor min heke ev musîbet û zilma ku li kurdan hatîye kirin li neteweyekî din hatibana kirin ew ê zimanê wan neteweyan ji holê rabûbana. Digel ew qas tiştan dîsa zimanê kurdî hat parastin û gihaşte roja me. Divê ji îro pê ve jî were parastin. Zimanê kurdî divê li dibistanan bibe zimanê perwerdehîyê, divê zarok pê fêr bibin da ku ev ziman dewlemend bibe. Li gor min di çareserîya pirsgireka kurd de erka zimanê kurdî ya ku bibe zimanê perwerdehîyê girîng e.Divê mêriv ji vê meseleyê ne tirsin. Divê di vê qadê de gavên werek werin avêtin.”(ÎLKHA)