• DOLAR 32.504
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Lê welêt Bernameyên wîladeta pîroz didomên
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Zanîngeha Erciyesêya Qayserî, ji bo wîladeta pîroz bernameyek hat lidarxistin. Bername ji aliyê Klûba Ciwaniyê ya Rehberê ve hat organîzekirin û bi xwendina Qurana pîroz dest pê kir. Weşankarê rojnameya Dogruhaberê Mehmed Goktaş, di bernameyê de li ser heyata pêxemberê me xeber da. Pey îlahî û merşan, bername bi xwendina duayê bi dawî bû.

Her wiha Platforma Evîndarên Pêxember li Amedê jî, du bernameyên wîladeta pîroz li dar xistin.

A ewil li Qaliğa gundê Çinarê hat tertîbkirin. Pey xwendina Qurana pîroz û mewlûda şerîf, Mela Celal Bozdaş, li ser pêgirtiya rêya Resûlûllah peyivî. Bername piştî îlahî û merşan, bi xwendina duayê qediya.

Bernameya din jî li Sarica gundê Egîlê hat rastkirin. Ewilî Qurana Kerîm û pey re mewlûda şerîf hatin xwendin. Ehlê gund bi sirud û îlahiyan coş bû. Mela Kerbela Şanlî, di heqê rêbertiya Hebîbê Xweda de axivî û bername bi duayê bi dawî bû.

Her wiha li Doğankavaka gundê Qubîna Êlihê jî, coşa Muhemmedî hebû. Bernameya mewlûdê, ji aliyê komeleya Koy-Derê ve hat tertîbkirin. Piştî xwendina Qurana pîroz, mewlûda şerîf hat xwendin, îlahî û merş hatin gotin. Ahmet Gurcegîz di bernameyê de, li ser eşqa Resûlûllah xeber da û bername bi xwendina duayê qediya.

Li Çîtliyola gundê Modkêya Bedlîsê jî, bernameya wîladeta pîroz hat lidarxistin. Bername ji aliyê Best-Derê ve hat organîzekirin. Piştî xwendina Qurana Kerîm û mewlûda şerîf, bername bi gotina îlahî û merşan geş û coş bû. Mela Emrûllah Ûysal, di bernameyê de axivî û li ser heyata pêxemberê me noqteyên muhîm pêş kirin. Bername piştî îlahî û merşan bi xwendina duayê bi dawî bû.

Platforma Evîndarên Pêxember, li Îçmelera mehela merkezê ya Çewlîgê jî, der barê salvegera wîladeta pîroz de bernameyek li dar xist. Bername bi xwendina Qurana pîroz dest pê kir û bi mewlûda şerîf dewam kir. Piştî îlahî û sirudan, ji bernamevanên radyoya Bîngol FMê Omer Aşkin, di bernameyê de xeber da û bernameya mewlûdê bi duayê qediya.(ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir