• DOLAR 32.594
  • EURO 34.874
  • ALTIN 2504.266
  • ...
"Ji teref Cemîyeta Mûstezafan dawetî daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Endam û rêveberîyên komeleyên îslamî yên ku li Edeneyê faalîyetên îslamî dikin ji ser buxtanan hatin ceza kirin.  Cemîyeta Mûstezafan jî ji ber ku neheqî û bi buxtanan endam û rêveberîyên komeleyên îslamî hatina cezakirin şermazar bike, wê roja şemîyê li ber avahîya ACZ plazayê daxuyanîya çapemenîyê ya girseyî li dar bixe.

Cemîyeta Mûstezafan a şaxa Amadê da zanîn ku li gor îddîayên mahkemeyê sûç û qebeheta endam û rêveberîyên komeleyên îslamî wiha rêz kir: Amadekirina bernameya mewlûda pîroz, birevebirina xebatên komeleyê, serdana nexweşan,  pêşbirka fûtbolê, li ser mijara Hz. Hiseyn şano li dar xistin,  kirina alîkarîya feqîr, jar û ketîyan…

Ji ber vê zilm û zordarîyê, Cemîyeta Mûstezafan wiha bangewazî li xelkê Amedê kir: “ Ji bo zaliman bijî cehenem! Ey Amedîyên ku evîndare heq û mafê ne. Ji bo van cezayên ku li birayên me hatine dayîn şermezar bikin em ê li meydanan bin.  Em ji bo vê şermezakirinê li benda we ne.” (ÎLKHA)

Agahîyên daxuyanîya çapemenîyê.

Tarîx: 25ê Nîsanê Roja Şemîyê

Cih : Li ber Avahîya ACZ Plazayê

Saet : 13.00

Bu haberler de ilginizi çekebilir