• DOLAR 32.367
  • EURO 34.981
  • ALTIN 2325.254
  • ...
"Koalisyona Ereb a ku Emrîka destek didaye êrîşên xwe sekinand"
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hevpeymanîya Ereb a ku di serokatîya Suud de li hev civîyabû û bi piştgirîya Emrîka û Sîyonîst Îsraîl ev nezî 27 roja Yemenê bomba baran dikir. Koalisyon piştî 27 roja êrîşên xwe rawestand. Wezareta parezerîyê ya rejima Suud wiha îddîa kir: “Her çi tiştê ku him ji bo me him jî ji bo dewletên derdorê xetere bûn hat îmha kirin. Temame çeken Hereketa Ensûrûllahê di vê bombe barandinê de hilweşîyan.”

Koalisyona Suudê ev nêzî mehekî piştgirîya Emrîka û  Sîyonîst Îsraîlê dabû pey xwe û êrîşî Yemenê dikir. Di vê êrîşê de:  Rê, pir, dibistan, nexweşxane, û cihên hwd hatin hedef girtin. Di dawîya vê êrîşên 27 rojan de nêzî  hezar însanên bêguneh hat qatil kirin.

Di encamê van êrîşan de koalisyon negihaşte armanca xwe û mecbur ma êrîşên xwe birawestîne. Bi vî awayî hêzên hevpeymanîyê li hemberî hêzên Yemenê têk çûn.

Her wiha hat îddîa kirin ku Îran û Rûsya ji bo ku ev êrîş werin sekinandin gelekî hewl dane.

Li gor xebera El-Meyadînê; êrîşên Hevpeymanên Ereb a li ser  Yemenê piştî ku serokê dewleta Rûsyayê Vlademîr Pûtîn Kralê Suudê Selman Bîn Abdulazîz hişyar kir re bi dawî bûn.

Hevpeymanê Ereb, sedema sekinandina êrîşan wiha îddîa kir: “Her çi tiştê ku him ji bo me him jî ji bo dewletên derdorê xetere bûn hat îmha kirin. Temame çeken Hereketa Ensûrûllahê di vê bombe barandinê de hilweşîyan.”

Lê belê televizyona Al-Masîrah a Hereketa Ensûrûllahê di hesaba xwe twîtter de li dijî daxuyanîya Hevpeymanê Ereb  re wiha daxuyanî da: “ Ew şert û mercên ku Suud û hevpeymanên wî ji bo dawî anîna êrîşan gotine, yek ji wan jî neçûye serî. Di van tiştan de negihaştine armanca xwe.”

Ew şertên ku Hevpeymanê Ereb berî êrîşan hatibû daxuyand kirin wiha bûn:

-Divê Hereketa Hûsî j temamê bajaran vebikişe, çek  werin terikandin û ji bo terikandina van çekan komîsyonekî netewî were amade kirin.

-Teslîm kirina Yemenê ji welatên hevpeyman re , ji bo ku ewlehî were sazkirin ji teref serokomar a kevn Hadî ve arteşek were damizrandin.

-Ji nû ve vegerîna serokomar a kevn Hadî û hukumeta wî, piştî vegere dewr standina hêza rêveberîya Yemenê.

-Divê rewşa pengava xalîçê be guhartin , destnedayînîya E. Evdilah Salîh û malbata wî be rakirin û gişt ji faalîyetên siyasî dûr bikevin.

-Heke Partîya Kongre hevpeyvînê bixwaze; wê demê kesekî nû ji serokatîya partîyê re dibe werî tayin kirin.

-Heke Husî bixwazin di nava dewletê de cih bigirin divê di bin partîyekî de bicivin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir