• DOLAR 32.377
  • EURO 35.025
  • ALTIN 2325.861
  • ...
 Li Amedê hevdîtina alimên kurdistanê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sibê saet di navbera 10.00 û 6ê êvarî de, ji teref Yekîtîya ‘Aliman Û Medreseyan ÎTTÎHADê ve wê bernameya “Hevdîtina Ulemayên Kurdistanê” bê li dar xistin. Xebatên di vî derbarî de jî hemî tev bidawî bûn. Êdî ÎTTÎHAD ji pêşwazîya ulemayên kurdistanê re amade ye. Bernameya hevdîtina ulemayan wê li ser ekranên Rehber Tv, Uzay Tv û TRT Kurdî bi zîndî bê weşandin.

Hat dîyar kirin ku di vê çarçoveyê de xebat bidawî bûne û ÎTTÎHAD ji pêşwazîkirina Ulemayan re amade ye.

Ji aliyê ÎTTÎHADê ve di derbarî bernameyê de daxuyanîyeke nivîskî hat weşandin. Di daxuyanîyê de hat îfade kirin ku xebatên ji bo amadehîya bernameya hevdîtinê ya ulemayên Kurdistanê bi dawî bûne û wê bername roja şemîyê bi navê “Hevdîtina Ulemayên Kurdistanê” bê li dar xistin.

Her wiha di daxuyanîyê de wiha hat gotin ku wê ji Kurdistana Sûrîye, Îran, İraq û ji Kurdistana Tirkîyeyê gelek alimên navdar beşdarî vê hevdîtinê bibin.

Derbarê mijarên ku wê li ser bisekinin jî agahî parve kirin û dan zanîn ku wê li ser pirsgirêkên medreseyan û veguhestina wan bê xeberdan. Li ser tesîr û bandorên medreseyan a ku wenda bûye û tesîr û bandorên medreseyan a li ser xelkê wê îstîşare bikin û ji bo ji nû ve bê şên kirin çi bê kirin wê li ser îstîşareyê bikin.

Di dewama daxuyanîyê de jî hemû sazîyên çapemenî û medyayê hat dawet kirin.

Ev hevdîtina ulemayan wê li ser ekranên Rehber Tv, Uzay Tv û TRT Kurdî bi zîndî bê weşandin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir