• DOLAR 32.334
  • EURO 35.101
  • ALTIN 2300.043
  • ...
Barzanî:  Propegendayê ji bo şerê navxweyî xiyanete
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Herêma Kurdistanî Mesûd Barzanî da zanîn ku, hin alî û kes propegendayê ji bo şerê navxweyî û sîstemê dû rêvebriyê li Herêma Kurdistanê dikin.

Barzanî bal kişand xiyanete û got: Eve ne azadî raderbirîne belkî ev cûre hewldan xiyanete li gel û nîştiman û piyade kirina ajanda û siyaseta neyarên Kurdistane.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek pêşkêşî Parlementoya Kurdistanê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, part û aliyên Siyasî yên Kurdistanê û xelkê Kurdistanê kir. 

Peyama Barzanî wiha ye:

Dijmin û neyarên gelê Kurdistanê hemû rêyan ceribandin bo ku xebata gelê Kurdistanê ji nav bibin. Her ji toqandin û enfal û jenosaydê bigre heta kîmyabaran û abluqedan û zîndan û anîna fitne û dû berekî û birîna derameta xelkê û êrîşa terorîstan, lê belê pişt bi xwedayê mezin û hîmet û xweragiriya gelê me, Kurdistan karî li ser hemû plan û dijminkariyan da serbikevê û şikest û şermezarî jî ji bo dijminan maye.

Niha gelê me ji hemû demekî zêdetir li serkeftin û destkefta mezin û şikomendî û hûrmetiyê nêzîke. Lê belê cihê daxê ye ku ji bo dijayetî kirina gelê Kurdistanê awayeke nû ya ne pakiyê derketiye ku li rêyên cûr bi cûr û bi daxuyanî û nivîsan propaganda û bangeşe ji bo şerê navxweyî û dû berekî û her wiha zîndî kirina veqetandin û dû îdareyî yê dikin. Eve ne azadî raderbirîne belku ev cûre hewldan xiyanete li gel û nîştiman û piyade kirina ajanda û siyaseta neyarên Kurdistane. Nabê bi tu awayekî rê bê dayîn ev nêrîna ne nîştîmanî li Kurdistanê da hebê. Ev babet metirsiye li ser asayîşa neteweyî û nîştîmaniya Kurdistanê û hemû ew destkeftên bi xwîn û rondikan pêkhatine dixe bin hereşe û tehdîdan.

Daxwaz ji Parlemena Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dawakariya Giştî dikim erkê xwe raperênin û rêwşuwênên guncaw li dijî van tevgerên ne nîştîmanî û metirsîdar li ber bigrin û çareseriyeke yasayî û fermî ji bo rê girtina li belav kirina van nêrînan peyda bikin ku jiyana xelkê û yek perçeyî ya nîştîman û bexteweriya welat dike armanc û bangeşeya şerê navxweyî û dû îdareyî yê dikin.

Daxwaz ji hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê dikim bi hemû şiyanek ve rêgiriyê li derketina van dengan û nêrînên ne nîştîmaniye bigrin. Daxwaz jî ji cemawerê serbilindê Kurdistanê dikim ku êdî derfet nedin ev cûre xelk û ev tevgerên dijî nîştîmanî li belav kirina hizrên şerê navxweyî û dû berekî berdewam bibin û em hemû şiyanên xwe ji bo parastina Kurdistanê û yekrêziya gelê xwe yek bixîn. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir