Hat îddia kirn ku Tikrît bi tevahî ji DAIŞê hat derxistin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî eşkere kir ku hêzên iraqî derbasî nav bajarê Tikrîtê bûne. Ebadî got: Tîkrît bi tevahî ji destê DAIŞê hatiye derxistin.
Ebadî da zanîn ku hêzên ewlehî ya Iraqê gîhaşt navenda bajarê Tîkrîtê û navenda bajê bi tevahî di bin kontrola artêşa Iraqê de yê.
Di nivîsgeha serokwezîyê de li ser navê Ebadî wiha hat ragihandin: Ez hêvî dikim ku ev serfketina artêşa Iraqê ji bo cihê din ve jî bibe minak.
Ebadi wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: Em piştî Tikrîtê ji bo rizgarbûna parêzgeha Enbarê dê dest bi operasyaonan bikin. (ÎLKHA)