Li Îranê teqîna tepinkê: 6 kes mirin
Li sînorê Îran û Iraqê de mayîn teqiya 5 jê leşker 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Îro li devera sînorê Iraqê, 5 leşkerên Îranî ku nobedariya sînor dikirin ji ber teqîna tepinekê jiyana xwe ji dest dan. Di encama teqîna mayînê de keça ku pezê xwe diçêrand jî jiyana xwe ji dest da.
Wek tê zanîn di şerê Îranê û Iraqê de di sinorê Îran û Iraqê de gelek tepinek li bin axê hatibûn raxistin. (ÎLKHA)