• DOLAR 32.51
  • EURO 34.783
  • ALTIN 2499.528
  • ...
Nasrallah: Gelo biryadarîyên we yên mutlaq çima ji bo Filîstînê ne bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekreterê giştî yê Hîzullaha Libnanê Nasrallah, êrişên ku bi piştevaniya dagirkerê Emrîkayê ji aliyê rejima Siûd û erebênd din ve li dijî Yemenê hat kirin, bi tundî rexne kir û got: Yên ku Liblanê ber bi aloziyê dibin rejima Siûd e.

Nasrallah li dû gotin hanî ser êrişên Siûd ên li dijî Yemenê û wiha pirs kir: Gelo çi bû, çi qewimî ku ‘Bahoza Biryadarî’ der ket holê? Gernasi, lehengî û mezinayîya wan  derket meydanê? Em ji bo doza Filîstînê ji 1948an ve heta îroj bi hebûna rejima Siyonîst ve bi gelek derd, êş û janan re  rû bir û man. Lê ji bo me tu car ‘Bahoza biryardarîyê’ nehat. Ev ba ji bo me bû xeyal.

Nasrallah wiha pê de çû: 1982an de gelê Filîstînê  bi salan bi qîjîn û fixan hawar li we kir lê bêhêvî man. 2006an de min got ez tu tiştek ji we naxwazim bes min rehet berdin. Lê gelê Filîstîn hêj jî hawarê li we dikin û alîkariyê ji we dixwazê. Di şêrê 51rojê de malen Xezeyiyan hat bombebaran kirin, zarok hat kuştin ev jî misilmanên sunni bûn û ji we ereban û ji rêberên we alîkarî dixwestin we tu gavek neavêt. Ev Gernasi lehengî û mezinayîya û Bahoza Biryadarî’ya we li ku dere bû gelo? Divê ev rewş lezgîn e û li ser bifikirin. Bi de salan herêma me bi herban bû wêran lê rejima Siûd tu car gavek neavêt û ‘Bahoza Biryadarî’ neda.

Nasrallah cardin gotin hanî ser Filîstîn û wiha ifade kir: Heger pirsgêrek rizgarbûna gele Yemenê yê bi deh salan e gelo we çima gele Filîstîn rizgar nekir? Heta we li dijî gele Filîstîyan komplo li darxistin. We ew firotin Emrîkayê û Îsraîl. A dudu, we çima qibla misilmana ya ewil a Kûdus rizgar nekirin.

Nasrallah wiha dawî li rexneyê xwe anî: Ev şerek e, di şer de xwin te rijandin û bi gumanbarî mirov nikarin şer lidarbixin. Dînî Xweda ve yeke bi xweşbînî qebûl nake. Ev mezheba Georg Bush e. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir