• DOLAR 32.542
  • EURO 34.936
  • ALTIN 2423.334
  • ...
Bernama Wîladeta Pîroz a Cizîrê di 29ê Adarê de
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Evîndarên Pêxember bi minasebeta Hefteya Wîladeta Pîroz destbi bernameyên mewlûdê kirin. Platforma Evîndarên Pêxembera ku li welat û dinyayê bi bernameyên mewlûdê yên girseyî ên bi beşdarbûna bi milyonan aşiqên pêxember tên nas kirin, wê roja yekşemê li Cizîrê bernameya wîladeta pîroz bê lidarxistin. Bi vê sedemê di serîde, bi taybetî hemî xelkê Cizîrê, bi giştî jî hemî Aşiqên pêxember, dawetî bernameya mewlûdê hat kirin.

Ji bo bernameya wîladeta pîroz daxuyaniyek niviskî hat belavkirin.Di daxuyaniyê de wiha hat ragihandin: Bernameyên me yên mewlûdê ên wîladeta pîroz, her sal bi awayekî coş tên pîrozkirin. Îsal jî Xwedê bike qismet, înşallah li Cizîrê roja yekşemê li paş Medresa Sor ya dîrokî wê bi kêf û coşeke herî mezin bernameya mewlûdê bê lidarxistin. 

Mirovahî  ji dewr û zemanê berêhê bêtir hewceya wan bi sunneta pêxember û peyama Qûrana pîroz hey e. Di dewreke wisa de emê di 29ê Adarê saet di yekê piştî nîvroyê de bernameya wîladeta pîroz lidar bixin. Bi vê wesîleyê di serî de, bi taybetî hemî xelkê Cizîrê, bi giştî jî hemî Aşiqên pêxember, dawetî bernameya mewlûdê dikin. (ÎLKHA)

Bu haberler de ilginizi çekebilir