• DOLAR 32.443
  • EURO 34.468
  • ALTIN 2475.44
  • ...
Adana'da 'Su Zirvesi' başladı
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Platforma Kerwana Ûmûdê dîsa bû hêvîya xizan û bêkesan. Ji saziyên sivîl yên endamê Platforma Kerwana Ûmûdê, komela Yetîm-Der Û Nuh Egîtîm-Derê destê alîkarîyê dirêjî malbatên feqîr û muxtac kir.

Komela YETÎM-DERA ku li Amedê, bi faliyetên xwe yên alikariyê tê naskirin li beldeya Gurbuzê, malbatên xizan di cîhde tesbît kir û ji bo alîkariyê xebat dan destpêkirin. 

Komela ÎRŞAD-DERa Gurbuzê ji destek da qampanyaya alîkariyê ya ku ji teref komela Yetîm-Derê ve hatîye destpêkirin.

Serokê komela ÎRŞAD-DERa Gurbuzê Nîhat Çam, îfade kir ku alîkariya êtîm û bêkesan berpirsyarîyek îslamîye û lazime em, ji kesên xizan û ketiyan re bibin destegir û alîkar.

Komela Nûh Eğîtîm-DERa ku li Şirnexê bi faliyetên alîkariyê tê zanîn, alîkariya ku ji aliyê Yetîm-Dera Ewrûpayê ve hatibû şandin, li malbatên feqîr û muxtacan belav kirin.

Serokê komîsyona alîkariyê Zekerîya Tatar, derbarê faliyetên Nûh Eğîtîm-Derê de agahî da û malavahiya xwe ya ji bo Yetîm-Dera Ewrûpa anî ziman û weha got: ”Xweda van alîkariyê Yetîm-Dera Ewrûpa li dergahê xwe qebûl bike înşallah”  (ÎLKHA) 

Bu haberler de ilginizi çekebilir